Heyder Ebadî: Kula bi nêm û talûke ya gendeliyê DAIŞ, anî nav Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i278475-heyder_ebadî_kula_bi_nêm_û_talûke_ya_gendeliyê_daiŞ_anî_nav_iraqê
Serokwezîrê Iraqê bal kişand ser pêwîstiya rawestana li ber gendeliyê li welatê xwe û got: Gendeliya aborî û îdarî hemen kula bi nêm û talûke ye ku DAIŞ anî nav Iraqê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 24, 2017 15:52 Asia/Tehran
  •  Heyder Ebadî: Kula bi nêm û talûke ya gendeliyê DAIŞ, anî nav Iraqê

Serokwezîrê Iraqê bal kişand ser pêwîstiya rawestana li ber gendeliyê li welatê xwe û got: Gendeliya aborî û îdarî hemen kula bi nêm û talûke ye ku DAIŞ anî nav Iraqê.

 Li gorî rapora IRNA`yê,  Ebadî roja şemiyê li axiftinekê li civîna  seranserî ya polîsê vî welatî, serdestiya  hakimieyta xizm  û nêzîkan û  partîbaziya li nav saziyên  polîs û ewlehiya vî welatî hegera  gendeliyê da zanîn.

 Serokwezîrê Iraqê bal kişand ser giringiya bi serûber  û dîsîplînê û rawestana li ber gendeliyê li vî welatî û got:  Her wek ku li warê eskerî  me DAIŞ işkest da,  li qonaxa nû û ji hêla ewlehî û îstxbaratî jî em ê wan şikest bidin.

 Ebadî her wiha li bara bi cihkirina  polîsê xwecî li Kerkûkê û hewldana dewleta navendî jibo damezrandina  ewlehiyê li vê navçê agahî da.

 Serokwezîrê  Iraqê li beşeke din  ji gotinên xwe her wiha  ji siyasetvanên  welêt xwest ku  bila  dev ji  gotinên bi provaksiyon û eşîretî berdin.

 Di eynî demê de, rojnama  El-Heyatê eşkere kir ku dosiyên  gendeliya aborî û bankî yên berpirsan û kesayetiyên  bi nav û deng ên iraqî hatiye kemilandin û radestî nivîsgeha  serokwezîrê  vî welatî bûye.

 Rojnama  dervey navçeyî ya El-Heyatê ji zarê hin çavkaniyên  iraqî eşkere kir: Nivîsgeha  Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê dosiyên  tam û tekûz li bara lêkolînên ser dosiyên  gendeliyê li  beşa bankî ji komîta  bilind a  lêkolînan wergirtine û pêngavên  qanûnî li bara  sebebkarên  gendeliyê dê werin  rakirin.