Şerê di navbera hêzên Heşda Şeibî û terorîstên DAIŞ`ê li Tekrîtê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i278455-Şerê_di_navbera_hêzên_heşda_Şeibî_û_terorîstên_daiŞ_ê_li_tekrîtê
Li şerê di navbera hêzên Heşda Şeibî û terorîstên DAIŞ`ê li rojhilata Tekrîtê navenda parêzgeha Selahedînê 3 terorîst hatine kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 24, 2017 13:32 Asia/Tehran
  • Şerê di navbera hêzên Heşda Şeibî û terorîstên DAIŞ`ê li Tekrîtê

Li şerê di navbera hêzên Heşda Şeibî û terorîstên DAIŞ`ê li rojhilata Tekrîtê navenda parêzgeha Selahedînê 3 terorîst hatine kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

Li gor rapora ajansa nûçan a Mêhr News`ê, Bingehên ewlehiya Iraqê îro yekşemê li parêzgeha Selahedînê li bakûra vî welatî ragihandin ku terorîstên DAIŞ`ê îro êrişî ser bajarê El-Dorê li 30 kîlomitriya rojhilata Tekrîtê kirin.

Hatiye ragihandin ku li şer û pevçûna di navbera hêzên Heşda Şeibî û terorîstên DAIŞ`ê 3 terorîst hatine kuştin û 10 kes jî birîndar bûne.

Herwisa bingehên nûçan ragihandine li van şer û pevçûnan 4 hêzên Heşda Şeibî jî hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.

Bingehên ewlehiya Iraqê ragihandine ku li êrişa terorîstan ser bajarê El-Dor`ê 30 terorîst pişkdar bûne.

Her çend ku xîm û binyata terorîstên DAIŞ`ê li nav axa Iraqê jinav çûye lê dîsa jî hindek ji paşmayiyên vê grûpa terorîst li grûpên biçûk biçûk êrişî ser navçên nav axa Iraqê dikin.