Iraqê bicih bûna Heşda Şeibî li sînorên xwe tev Sûriyê ret kir
Medyaya ragihandina şêr ê Iraqê belavbûna nûçeyên li ser bicihbûna hêzên Heşda Şeibî li ser sînorê vî welatî tev Sûriyê ret kir.
Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, ji zarê ajansa Sûmiriye News`ê, Medyaya ragihandina şêr li daxûyaniyekê ragihand ku fermandariya operasiyona hevpar a vî welatî ragihandibû ku sînorên Iraq`ê û Sûriyê di bin kuntrola hjêzên parêzvaniya Iraqê û hêzên artêşa vî welatî da ne û tu êrişek ji nav axa Sûriyê ser sînorên vî welatî tev Iraqê nehatiye kirin û belavbûna nûçeyên wiha derewin.
Li vê daxûyaniyê hatiye ku Sînorên bakûra Feratê li nav axa Sûriyê di bin destê terorîstên DAIŞ`ê dane û her mudehekê carê terorîst ji van deran êrişî ser sînorên navbera Iraq û Sûriyê dikin û hêzên iraqî jî bi qawet bersiva wan didin.
Qasim Muslêh fermandarê hêzên Heşda Şeibî li mêhwera rojavaya El-Enbarê roja îniyê ragihandibû ku hêzên wan li sînorên Iraqê tev Sûriyê bicih bûne ta ku van sînoran li beranberî êrişên ku ji nav axa Sûriyê têne kirin, biparêzin.