Teqîna bombeyê li başûrê Bexdayê
Kanûn 24, 2017 12:36 Asia/Tehran
Piştî teqîna bombeyekê nêzîkî navçeyeke ticarî li Bexdayê, 6 welatiyên iraqî hatin kuştin an birîndar bûn.
Li gorî rapora Mêhr Newsê, ev teqîna îro yekeşmiyê li başûrê Bexadyê li paytexta Iraqê qewimî û li encama wê, kesekî sivîl hat kuştin û pênc welatiyên din jî birîndar bûn.
Hin çavkaniyên ewlhiyê yên Iraqê li bara rola endamên DAIŞ`ê li vê teqînê agahî dan.
Tevî têkçûna koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Iraqê, hîn hejmarek ji endamên ev koma terorîstî li navçeyên curbicure Iraqê de hene û bi awayekî berbelav operasyonên terorîstî cih tînin.