Ebadî: Kêşeya din a li pêş Iraqê di warê lêzanînan de ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i278363-ebadî_kêşeya_din_a_li_pêş_iraqê_di_warê_lêzanînan_de_ye
Serokwezîrê Iraqê pêgirî kir ku kêşeya din a li pêşberî vî welatî kêşeya ewlehî û lêzanînê ye û mirov nikare gendelî û bikaranîna narewa ya pileyan li dezgehên istixbaratê cidî nezanibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 23, 2017 12:45 Asia/Tehran
  • Ebadî: Kêşeya din a li pêş Iraqê di warê lêzanînan de ye

Serokwezîrê Iraqê pêgirî kir ku kêşeya din a li pêşberî vî welatî kêşeya ewlehî û lêzanînê ye û mirov nikare gendelî û bikaranîna narewa ya pileyan li dezgehên istixbaratê cidî nezanibe.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Heyder Ebadfî serokwezîrê Iraqê îro li yekemîn konfransa Dezgeha Ewlehîya Netewî ya vî welatî bal kişand ser vîya ku serketina li hemberî DAIŞ`ê bi saya yekitîya iraqîyan bi dest ket û divê ev tifaqa were parastinê, got: Kêşeya din a li pêş Iraqê di warê lêzanînan de ye û divê em karekî bikin ku gel guhertineke erênî di warê parastina ewlehîyê de bibîne.

Ebadî bal kişand ser vîya ku gel bingeheke xurt û qahîm ji bo piştgirîya ji her sazîyeke lêzanîn û istixbaratê ye, got: Mirov nikare li hemberî gendelîyê sistî bike belkî divê gendelî û bikaranîna narewa ya pileyan li dezgehên ewlehîyê were jinavbirin.