Dabînkirekî xercên DAIŞ`ê li Iraqê hat girtin
Hêzên ewlehîyê yên Iraqê duh têrorîstekî DAIŞ`ê ku yek ji dabînkirên sereke yên dirv ji bo vê komê ye li başûra Bexdayê girtin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Sputnikê, Dezgeha Lêzanînan a Iraqê ragihand: Hêzên ewlehîya vî welatî dabînkirên xercên DAIŞ`ê nasyar bi Ebû Dalîya di encama opêrasyoneke deqîq de girtin.
Ebû Dalîya ku sê birayên wî yên têrorîst berî vîya bi destê hêzên iraqî hatine girtinê, dema ku pêhesîya cihê mayîna wî di bin çavdêrîyê de ye, ji bo xalifandina Dezgeha Istixbaratê çû devera Ezîmîyê.
Ji hêla din ve, piştî ku ji axa Sûrîyê ve êrişî hêzên sînorparêz ên Iraqê hat kirinê, Hêzên Heşdi Şeibî alavên leşkerî şandin deverên sînorî.
Hêzên Xwebexş ên Gelanî çareşema buhurî di encama opêrasyonekê de êrişa têrorîstên DAIŞ`ê li başûra devera Til Sefûkê li parêzgeha Nêynewayê pûç kirin û 5 têrorîstên DAIŞ`ê kuştin û maşîneke bombekirî ya wan jî ji nav birin.