Konferansa seranserî ya eşîretên Iraqê bona piştevaniya ji Qudsê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i278303-konferansa_seranserî_ya_eşîretên_iraqê_bona_piştevaniya_ji_qudsê
Mezinên eşîretên Iraqê li vê konferansekê biryara Trump serokkomarê Amerîkayê ku Quds wekî paytexta Rejîma Siyonîstî binav kir, mehkûm kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 22, 2017 13:58 Asia/Tehran
  • Konferansa seranserî ya eşîretên Iraqê bona piştevaniya ji Qudsê

Mezinên eşîretên Iraqê li vê konferansekê biryara Trump serokkomarê Amerîkayê ku Quds wekî paytexta Rejîma Siyonîstî binav kir, mehkûm kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Bi sedan kes ji mezinên eşîretên Iraqê li vê konferansekê biryara Trump serokkomarê Amerîkayê ku Quds wek paytexta Rejîma Siyonîstî bi nav kir, mehkûm kirin û piştevaniya xwe ji Qudsê wek paytexta Filistîniyan ragihandin; Herwisa ser yekîtî û hevgirtina gelê Iraqê sekinîn û ragihandin ku Quds ya misilmanan e û kesên ku piştevaniya filistîniyan nekin navê wan dê li dîrokê ji bîr bibe.

Ehmed Eqil baylozê Filistînê Li Iraqê jî li vê konferansê bal kişande ser vê yekê ku peywendiyên hinek ji rejîmên erebî tev Rejîma Siyonîstî xeyaneta bi îslamê ye ragihand ku pêwîst e roja îro misilman li hemberî pîlanên dijminan hişyar bin û piştevaniya bereya berxwedanê bikin.

.