Iraq bi xwe karûbarên meydana niftê ya Mecnûnê cih tîne
Kanûn 21, 2017 14:25 Asia/Tehran
Wezareta nifta Iraqê ragihand vê wezaretxanê berpirsyariya karûbarên meydana niftê ya Mecnûnê ji kompaniya Royal Dutch Shell (Royal Daç Şêl) wergirtiye û bi xwe wan cih tîne.
Li gor rapora ajansa nûçan a Somiriye News`ê, Wezareta niftê ya Iraqê li daxûyaniyekê ragihand ku tîmeke birêveberiya xwecî pêk hatiye ku piştî derketina kompaniya Royal Dutch Shell ji meydana niftê ya Mecnûnê, berpirsyariya birêvebirina vê meydanê bigre destê xwe.
Li gor nama ku wezîrê nifta Iraqê li 23 tebaxa îsal ji bo kompaniya Holandî-Îngilîzî ya Royal Dutch Shell şand, ferman hate dayîn ku ev kompaniya kutahiyê bide xebata xwe ya li meydana niftê ya Mecnûnê li nîzikiya bajarê Besrê li başûra Iraqê.