Serleşkir Baqirî: Komploya ragihandina Qudsê wek paytexta Îsraîlê dê têk biçe
Sererkanê giştî yê Hêzên Çekdar ên Îranê bal kişand ser vê yekê ku komployên dijminan ji bo rawestana li ber Komara Îslamî ya Îranê, dawî nabe û got: Piştî jinavbirina komên tekfîrî, komploya ragihandina Qudsê weke payttexta Rejîma sexte ya Siyonîstî ket rojevê ku ev komploya jî dê têk biçe.
Serdar serleşkir Muhemed Baqirî, îro sêşemiyê li civîna seranserî ya fermandeyên artêşa Komara Îslamî ya Îranê ser navê artêşa inqilabî li Têhranê diyar kir: deshilat û bandora Îranê li navça rojava Asiyayê, mewqiya dijminaên Îslamê û Inqilaba Îslamî ya Îranê xistiye xeterê û ew dixwezin bi pêkanîna fitneyê li cîhana Îslamê, pêşiya vê nifûzê bigrin.
Sererkanê giştî yê Hêzên Çekdar ên Îranê, Serdar serleşkir Muhemed Baqirî, diyar kir: Yek ji komployên dijminan li dijî Komara Îslamî ya Îranê, behsa tirsandina ji Îranê ye ku ji riya wê bikaribin bi qasî milyaran dularî çek û sîlehan bifroşin welatên navçê û mixabin hin welatên navçê jî bi wan re hevrê bûne.
Serdar serleşkir Muhemed Baqirî, hişyariya hêzên Çekdar ên Îranê li vê demê û rewşa navçê giring da zanîn û destnîşan kir: Şerê dijmin tev Îrana Îslamî jibo wan xêncî zirarê ti destekewteka dinê dê tinebe lê divê bizanibin ku dijminên Îranê li reftarên xwe eql û mentiqa wan tine loma divê bi hişmendiya giştlaî li hember liv û tevgerên dijminan,rawestin.
Sererkanê giştî yê Hêzên Çekdar ên Îranê her wiha bal kişand ser vê yekê ku Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî ya Îranê çavrê bikaranîna şêwazên inqilabî ji bo jordebirina hêza berevaniyê ye û destnîşan kir: Hêza berevaniyê ya Hêzên Çekdar ên Îranê, bersiva plan û komployên dijminan dide.
Hz. Ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li 31 Tebaxa 2016`an li nava koma wezîrê, berpira, lêkol û pisporên Wezareta Berevaniyê ya Îranê, zêdekirina hêza berevaniyê weke mafê rewa ya Komara Îslamî ya Îranê da zanîn.