Serleşkir Baqirî: Komploya ragihandina Qudsê wek paytexta Îsraîlê dê têk biçe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i278037-serleşkir_baqirî_komploya_ragihandina_qudsê_wek_paytexta_Îsraîlê_dê_têk_biçe
Sererkanê giştî yê Hêzên Çekdar ên Îranê bal kişand ser vê yekê ku komployên dijminan ji bo rawestana li ber Komara Îslamî ya Îranê, dawî nabe û got: Piştî jinavbirina komên tekfîrî, komploya ragihandina Qudsê weke payttexta Rejîma sexte ya Siyonîstî ket rojevê ku ev komploya jî dê têk biçe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 19, 2017 13:10 Asia/Tehran
  • Serleşkir Baqirî: Komploya ragihandina Qudsê wek paytexta Îsraîlê dê têk biçe

Sererkanê giştî yê Hêzên Çekdar ên Îranê bal kişand ser vê yekê ku komployên dijminan ji bo rawestana li ber Komara Îslamî ya Îranê, dawî nabe û got: Piştî jinavbirina komên tekfîrî, komploya ragihandina Qudsê weke payttexta Rejîma sexte ya Siyonîstî ket rojevê ku ev komploya jî dê têk biçe.

 Serdar serleşkir Muhemed Baqirî, îro sêşemiyê li civîna  seranserî ya fermandeyên  artêşa Komara Îslamî ya Îranê ser navê artêşa inqilabî li Têhranê diyar kir: deshilat û bandora Îranê li navça  rojava  Asiyayê, mewqiya dijminaên  Îslamê û Inqilaba  Îslamî ya Îranê xistiye xeterê û ew dixwezin bi pêkanîna  fitneyê li cîhana Îslamê, pêşiya vê nifûzê bigrin.

 Sererkanê giştî yê Hêzên Çekdar ên Îranê,  Serdar serleşkir Muhemed Baqirî, diyar kir: Yek ji komployên  dijminan li dijî Komara Îslamî ya Îranê, behsa tirsandina ji Îranê ye ku  ji riya wê bikaribin  bi qasî milyaran dularî çek û sîlehan bifroşin welatên  navçê û mixabin hin welatên  navçê jî bi wan re hevrê bûne.

 Serdar serleşkir Muhemed Baqirî, hişyariya hêzên Çekdar ên Îranê li vê demê û rewşa navçê giring da zanîn û destnîşan kir: Şerê dijmin tev Îrana Îslamî jibo wan xêncî zirarê ti destekewteka dinê dê tinebe lê divê bizanibin ku  dijminên Îranê li reftarên xwe eql û mentiqa wan tine loma  divê bi hişmendiya giştlaî li hember liv û tevgerên dijminan,rawestin.

 Sererkanê giştî yê Hêzên Çekdar ên Îranê her wiha  bal kişand ser vê yekê ku Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî ya Îranê çavrê bikaranîna  şêwazên  inqilabî ji bo  jordebirina  hêza berevaniyê ye û destnîşan kir: Hêza berevaniyê ya Hêzên Çekdar ên Îranê, bersiva plan û komployên dijminan dide.

 Hz. Ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li 31 Tebaxa 2016`an  li nava koma wezîrê, berpira,  lêkol û pisporên  Wezareta Berevaniyê ya Îranê, zêdekirina  hêza berevaniyê weke mafê rewa ya Komara Îslamî ya Îranê da zanîn.