Peydakirina gorna komî ya meytên serkirdeyên DAIŞ`ê li Metîbîca Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i277995-peydakirina_gorna_komî_ya_meytên_serkirdeyên_daiŞ_ê_li_metîbîca_iraqê
Konseya walîtiya Diyalê ya Iarqê li bara peydakirina gorneke komî ya meytên 50 kes ji serkirdeyên DAIŞ`ê li El- Metîbîcê agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 18, 2017 17:08 Asia/Tehran
  •  Peydakirina gorna komî ya meytên serkirdeyên DAIŞ`ê li Metîbîca Iraqê

Konseya walîtiya Diyalê ya Iarqê li bara peydakirina gorneke komî ya meytên 50 kes ji serkirdeyên DAIŞ`ê li El- Metîbîcê agahî da.

 Li gorî rapora roja duşemiyê ya Farsê, Sadiq El-Huseynî, serokê komîsyona  ewlehiyê li Konseya  walîtiya  Diyalê  li Iraqê ragahnd: Hêzên  ewlehiyê yên  Iraqê bi alîkariya  hêzên  Heşda Şebî li derdora  El- Metîbîcê û li sînorên  navbera du parêzgehên  Diyalê û Selahedînê ev gorên  komî peyda kirin.

 Sadiq El- Huseynî diyar kir: Ev gora komî tam hatibû veşartinê û navçeyeke  veşartî jibo DAIŞê dihat hesabê û DAIŞê dil hebû howiyeta kuştiyan veşêre û ev gora nîşana  asta  xisarên  li tekfîriyan li El-Mtîbîcê ye.

 Mezher El- Ezawî fermandê operasyona  Dîcleyê roja şemiyê li daxûyaniyekê li bara destpêbûna  paqijkirina navça  Metîbîcê navbera parêzgeha  Diyalê û Selahedînê ji endamên  bêdeng ên  DAIŞê agahî da û got: Hêzên  curbicur ji artêşê û hêzên  ewlehiyê û Heşda Şebî li vê operasyonê beşdarî kirine.

 Duh hêzên  hevpar ên iraqî 25 gund li vê navçê tam paqij kirin.