Peydakirina gorna komî ya meytên serkirdeyên DAIŞ`ê li Metîbîca Iraqê
Konseya walîtiya Diyalê ya Iarqê li bara peydakirina gorneke komî ya meytên 50 kes ji serkirdeyên DAIŞ`ê li El- Metîbîcê agahî da.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya Farsê, Sadiq El-Huseynî, serokê komîsyona ewlehiyê li Konseya walîtiya Diyalê li Iraqê ragahnd: Hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi alîkariya hêzên Heşda Şebî li derdora El- Metîbîcê û li sînorên navbera du parêzgehên Diyalê û Selahedînê ev gorên komî peyda kirin.
Sadiq El- Huseynî diyar kir: Ev gora komî tam hatibû veşartinê û navçeyeke veşartî jibo DAIŞê dihat hesabê û DAIŞê dil hebû howiyeta kuştiyan veşêre û ev gora nîşana asta xisarên li tekfîriyan li El-Mtîbîcê ye.
Mezher El- Ezawî fermandê operasyona Dîcleyê roja şemiyê li daxûyaniyekê li bara destpêbûna paqijkirina navça Metîbîcê navbera parêzgeha Diyalê û Selahedînê ji endamên bêdeng ên DAIŞê agahî da û got: Hêzên curbicur ji artêşê û hêzên ewlehiyê û Heşda Şebî li vê operasyonê beşdarî kirine.
Duh hêzên hevpar ên iraqî 25 gund li vê navçê tam paqij kirin.