Hêzên ewlehiyê û yên Heşdê Şeibiyên Iraqê derdora Samirrayê paqij kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i277879-hêzên_ewlehiyê_û_yên_heşdê_Şeibiyên_iraqê_derdora_samirrayê_paqij_kirin
Hêzên hevpar ên ewlehî û Heşdê Şeibiya Iraqê piştî derbasbûna 24 saetan ji despêkirina opêrasiyona ewlehiyê li rojhilata Samirrayê ya parêzgeha Selahedînê li 120 kîlomirtiya bakurê bexdayê, îro navçeya Metîbîcê ji hebûna gefên ewlehiyê yên têrorîstên DAIŞ`ê pqaqij kiirn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 17, 2017 13:56 Asia/Tehran
  • Hêzên ewlehiyê û yên Heşdê Şeibiyên Iraqê derdora Samirrayê paqij kirin

Hêzên hevpar ên ewlehî û Heşdê Şeibiya Iraqê piştî derbasbûna 24 saetan ji despêkirina opêrasiyona ewlehiyê li rojhilata Samirrayê ya parêzgeha Selahedînê li 120 kîlomirtiya bakurê bexdayê, îro navçeya Metîbîcê ji hebûna gefên ewlehiyê yên têrorîstên DAIŞ`ê pqaqij kiirn.

Li gorî rapora IRNA`yê, navenda propagandaya şêrr a fermandetiya Heşda Şeibî bi weşandina daxûyaniyekê ragihand ku hêzên hevpar ên ewlehiyê û hêzên Heşdê Şeibî yên Iraqê li opêrasiyona leşkerî ku ji berbanga duh Şemiyê va dest pê bûbû, karîn navçeya Metîbîcê li rojhilata Samirayê ji hebûna bermahiyên çeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê paqij kirin.

Li gorî vê daxûyaniyê, hêzên hevpar ên ewlehiyê û hêzên Heşdê Şeibî ji bo kemilandina opêrasiyona paqijkirinê, vê demê berê xwe dane navçeyên derdora Metîbîceyê.

Ji aliyekî va Leşkera Zirêhî ya Ebas (S) ya ser bi heşdê Şeibî ku beşdarî vê opêrasiyonê bûye, bi weşandina daxûyaniyeka cuda ragihand ku li vê opêrasiyonê, navçeyek bi berfirehiya 160 Kîlometrên çargûş li rojhilata Samirayê bi tamî ji hebûna têrorîstên DAIŞ`ê û gefên ewlehiyê hat paqijkirin.

Opêrasiyona paqijkirina navçeya Metîbîcê di navbera parêzgehên Diyale û Selahedînê ji duh va bi beşdariya hêzên hevpar ên ewlehiyê û Heşda Şeibî yên Iraqê dest pê bûbû.

Metîbîce hertim wek derbasgeha girîng a ketina koma têrorîst a DAIŞ`ê ji bo êrîşa li ser Samirrayê hatiye bikaranîn.