Li du taxên Kerkûkê êrîş
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i277857-li_du_taxên_kerkûkê_êrîş
Li taxên Musella û Barûtxane yên Kerkûkê, çekdarên nenas li dijî du baregahên Bereya Tirkmenan û Heşda Tirkmenî êrîş pêk anîn. Herwiha li rêbenda bajarokê Leylanê jî di navbera komeke çekdaran û hêzên dijî terora Iraqê de pevçûn derket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 17, 2017 11:13 Asia/Tehran
  • Li du taxên Kerkûkê êrîş

Li taxên Musella û Barûtxane yên Kerkûkê, çekdarên nenas li dijî du baregahên Bereya Tirkmenan û Heşda Tirkmenî êrîş pêk anîn. Herwiha li rêbenda bajarokê Leylanê jî di navbera komeke çekdaran û hêzên dijî terora Iraqê de pevçûn derket.

Li gorî nûçeya Rûdawê ku agahiyên xwe ji malperên erebî wergirtiye, şeva derbasbûyî, komeke çekdarên nenas li taxa  Musella ya Kerkûkê êrîşê baregaha Bereya Tirkmenan kiriye û di heman demê de li taxa Barûtxaneyê jî li dijî navendeke Heşda Tirkmenî êrîşek hatiye encamdan.

Derbarê mijarê de Birêveberê Polîsê Kerkûkê Xetab Omer ragihand ku êrîşên hanê hevdem bûne û di dema êrîşê de pevçûn derketiye, hêzên ewlekariya Iraqê demildest bersiv dane.

Bi gotina Omer di encama êrîşan de ziyana canî çênebûye lê ziyana madî heye, lê malperên erebî dibêjin, kuştî û birîndar hene.

Ji aliyê din ve, komeke din ê çekdarên nenas li rêbenda bajarokê Leylanê ya Kerkûkê jî bi roketan êrîşî Hêzên Dijeterorê kiriye û pevçûn derketiye. Lê belê ti agahî derbarê vê êrîşê de nehatine bidestxistin