Operasiyona paqijkirina navça Metîbîceya Iraqê ji destê terorîstan
Qumandihiya operasiyona Dicleyê ji destpêbûna operasiyona mezin a paqijkirina navça Metîbîceyê di nav parêzgehên Diyalê û Selahedînê ji destê terorîstan xeber da.
Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, mezher El-Ezavî qumandihiya operasiyona Dicleyê li daxûyaniya ku duh şemiyê belav kir ragihand; Hêzên artêş û hêzên Heşda Şeibî pişkdariya operasiyona mezin a paqijkirina navça Metîbîceyê ji destê terorîstan dikin.
mezher El-Ezavî destnîşan kir: Ev operasiyona hetanî paqijkirina navçên El-Meyite, El-Bûcenan, Hawiyelezîm û Umetelîlê dê bêne domandinê.
Herçend bi fermî li nav Iraqê kutabûna jiyana terorîstên DAIŞ`ê hate ragihandin lê dîsa jî hinek ji paşmayiyên terorîstan ku xwe veşartine dixebitin pê kiryarên terorîstî ewlehiya nav Iraqê têk bidin ku qumandên iraqî û karbidestên vî welatî li bara van cure xebatên terorîstan hişyarî dane.