Sefera wezîrê karên hundir yê Iraqê bo Qeterê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i277833-sefera_wezîrê_karên_hundir_yê_iraqê_bo_qeterê
Qasim El-Erecî wezîrê karên hundir yê Iraqê seredana Qeterê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 17, 2017 05:59 Asia/Tehran
  • Sefera wezîrê karên hundir yê Iraqê bo Qeterê

Qasim El-Erecî wezîrê karên hundir yê Iraqê seredana Qeterê kir.

Li gor rapora IRIB News`ê, Qasim El-Elerecî  wezîrê karên hundir yê Iraqê bona hevdîtina tev karbidestên qeterî şemêşev seredana Dohê kir.

Wezareta karên hundir yê Iraqê ragihand ku karbidestên ewlehiyê yê Qeterê li balafirgeha Dohê ji El-Erecî pêşwazî kirin.

Hatiye ragihandin ku li gotûbêja wezîrê karê hudir yê Iraqê û karbidestên qeterî li bara meselên hevpare di navbera du welatan, çawaniya berfirehkirina peywendiyên navbera Bexda û Dohê, xebata dijî terorîzmê û guhartina tecrubeyên curbicur di nav her du welatan dê bê axivtin.

Hatiye ragihandin ku li bara kirîza di navbera welatên kendava Farsê ku Erebistan, Mîrnişînên Erebî,Behrêyîn û Misrê peywendiyên xwe yên dîplomatîk tev Qeterê qut kirin, Iraq bêla bû.