Rejîma Siyonîst, Amerîka û Erebistan dijminên Iraqê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i277829-rejîma_siyonîst_amerîka_û_erebistan_dijminên_iraqê_ne
Sekreterê giştî yê Tevgera Esaib Ehlê Heq li Iraqê pêgîrî kir: Amerîka, Rejîma siyonîst û Erebistan, bûne dijminên sereke yên Iraqê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 16, 2017 16:56 Asia/Tehran
  • Rejîma Siyonîst, Amerîka û Erebistan dijminên Iraqê ne

Sekreterê giştî yê Tevgera Esaib Ehlê Heq li Iraqê pêgîrî kir: Amerîka, Rejîma siyonîst û Erebistan, bûne dijminên sereke yên Iraqê.

Li gorî raproa roja şemiyê ya kanala televîzyonî ya AL ALAM`ê, Şêx Xezelî, sekreterê giştî yê Tevgera Esaib Ehlê Heqê got: Dijminên sereke ynê Iraqê, Rejîma Îsraîlê, Amerîka û Rejîma Siûdî ne.

Wî herwiha got: Li gorî nûçeyên ku hatine destê me, zêde ji pênc hezar hêzên xwekuj ji Erebistanê derbasî Iraqê bûne ta ku ew welata bê ewleh bikin.

Xezelî got: Erebistan piştî têkçûna plana wê ya li Iraqê, niha dil heye bi mihaneya alîkariyê, iraqiyan bixapîne.      Li gorî nûçeyeka din hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi alîkariya hêzên xwebexş ên gelanî, karîn du gornên komkî ku meytê 90 êzidiyan têda bûn, li bajaroka Şingalê li bakûra Iraqê peyda bikin. Para zêde ya goriyan xelkê Mecmei Ul Cezîrê û gundê Qabûsiyê ne  ku dema dagîrkirina Şingalê ji aliyê tekfîriyên DAIŞ`ê hatibûn revandin.

Piştî dagîrbûna Şingalê ji aliyê DAIŞ`ê ve di sala 2014`an de, bi hezaran kes ji xelkê Êzidî yê vê navçeyê îdam bûn. Berî niha jî hêzên ewlehiyê yên Iraqê li parêzgeha Neynewayê, hin gornên din ên komkî peyda kiribûn.