Sê zarokê Êzidî ji destê DAIŞ`ê rizgar bûn
Nûnerê êzîdiyên Iraqê, ji rizgarbûna sê zarokên Êzidî bi alîkariya fermandetiya Heşda şebî ya Iraqê ji destê DAIŞ`ê agahî da.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Mirad Kalo, li civîna nûçeyan a li Bexdayê got: Heşda Şebî ya Iraqê karî bi nasîna cihê xwedîkirina sê zarokên Êzidî li navça Elen a Tirkiyê û nêzîkî sînorê Sûriyê, bi hevkariya wezaret karên derve ya Iraqê, ewan azad bike.
Nûnerê êzidiyan herwiha got: Di encama êrişa DAIŞ`ê ser bajarê Şingalê de, zêde ji heft hezar jin û zarokên Êzidî hatine revandin ku bi alîkariya dewleta Iraqê, heya niha sê hezar kes ji wan azad bûne û geryana jibo peydakirina zêde ji sê hezar jin û zarokên din, hîn jî berdewam e.
Ehmed El Esedî, fermandeyekî Heşda Şebî û berdevkê berê yê Heşda şebî jî pêgîrî kir: Heşda Şebî, piştî têkbirina DAIŞ`ê, hewldana xwe jibo vegeryana awareyên sune bo navçeyên xwe û herwiha jibo peydakirina Êzidiyên ku hatine revandin zêde kiriye.