Nûnerêî Ayetullah Sîstanî: ``Şerê dijî terorîzm`ê kuta nebûye``
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i277743-nûnerêî_ayetullah_sîstanî_Şerê_dijî_terorîzm_ê_kuta_nebûye
Nûnerêî merceyê mezin ê şîeyên Iraqê li Kerbelayê ragihand: ``Serketina li hemberî terorîstên DAIŞ`ê bi wateya kutabûna şerê dijî terorîstan nîne``.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 15, 2017 15:24 Asia/Tehran
  • Nûnerêî Ayetullah Sîstanî: ``Şerê dijî terorîzm`ê kuta nebûye``

Nûnerêî merceyê mezin ê şîeyên Iraqê li Kerbelayê ragihand: ``Serketina li hemberî terorîstên DAIŞ`ê bi wateya kutabûna şerê dijî terorîstan nîne``.

Li gor rapora ajansa nûçan a Wai: ``Şêx Ebdul-Mehdî Kerbelayî nûnerêî ayetullah Sîstanî merceyê mezin ê şîeyên Iraqê li Kerbelayê li xutbên îro îniyê li ragihand: ``Hêzên iraqî li hemberî grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ku grûpekî hov û bi çek û sîlahên pêşketî bûn ser ketin û cîhan hemû ecêbgirtî kirin``.

Şêx Ebdul-Mehdî Kerbelayî bal kişande ser pêwîstiya alîkarî gihandina bo xelkê Iraqê ku navçên wan ji destê terorîstan azad bûne û got: ``Eger fitwaya cîhada merceyên iraqî nebûya , ev serketina nedihate dest``.

Nûnerêî merceyê mezin ê şîeyên Iraqê li Kerbelayê herwisa ragihand ku ``pêwîst e hêzên iraqî ev terorîstên veşartî yên nav Iraqê jî bi hêz û qawet jinav bibin``.

Şêx Ebdul-Mehdî Kerbelayî her wisa daxwaza xebata dijî gendeliyê di nav saziyên dewletî yên Iraqê jî kir.