Nûrî Malikî: ``Hin komplo li dijî Iraqê weke Qudsê hene``
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i277721-nûrî_malikî_hin_komplo_li_dijî_iraqê_weke_qudsê_hene
Alîkarê serokomarê Iraqê qala hin komployan li dijî Iraqê kir û qonaxa piştî serketina li hemberî têrorîstan qonaxa avedankirina Iraqê da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 15, 2017 13:17 Asia/Tehran
  • Nûrî Malikî: ``Hin komplo li dijî Iraqê weke Qudsê hene``

Alîkarê serokomarê Iraqê qala hin komployan li dijî Iraqê kir û qonaxa piştî serketina li hemberî têrorîstan qonaxa avedankirina Iraqê da zanîn.

Li gorî rapora roja Îniyê ya Sûmiriye News`ê, Alîkarê serokomarê Iraqê, Nûrî Malikî bi amadebûna li civînekê li bajarê Necefa Pîroz ragihand: ``Iraq bihêz bûye; Lê ji bîr nekin ku hin komployên weke tişta ku li dijî Qudsê qewimî, hene``.

Nûrî Malikî destnîşan kir: ``Em dê ne tenê bi çekan belkî bi zanistê jî li hemberî van hewildan û planên dijminan bisekinin``.

Alîkarê serokomarê Iraqê pîrozbahî gote hemî kesên ku li serêxwegirtina serketina li hemberî têrorîsmê li Iraqê pişkdar bûn, kir û her wiha got: ``Iraqa îro piştî serketina li hemberî têrorîstan ber bi avedankirin û nûvandinê va diçe``.