Pêgirîya Fuad Meisûm ser pêwîstîya lezgînkirina vegera awareyên iraqî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i277611-pêgirîya_fuad_meisûm_ser_pêwîstîya_lezgînkirina_vegera_awareyên_iraqî
Serokomarê Iraqê li civîna digel her du alîkarên xwe, pêgirî li ser pêwîstîya vegera hemî awareyên iraqî bo malên xwe kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 13, 2017 16:12 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Fuad Meisûm ser pêwîstîya lezgînkirina vegera awareyên iraqî

Serokomarê Iraqê li civîna digel her du alîkarên xwe, pêgirî li ser pêwîstîya vegera hemî awareyên iraqî bo malên xwe kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Wa ya Iraqê, Fuad Meisûm serokomarê Iraqê îro li hevdîtina digel Eyad Elawî û Nûrî Malikî bilî pêgirîya li ser pêwîstîya lezgînkirina vegera awareyên iraqî ser malên xwe, bi wan re têkildarî amadekirin û pejirandina bûca Iraqê, mijra Kerkûkê û meseleyên têkildarî wî gotûbêj kir.

Di vî halî de, Casim Mihemed Ceifer endamê parlimana Iraqê li hevpeyvîna digel mêdyayên iraqî got: Erebistana siûdî û hin welatên derdora Kendava Farsê bi hegera dilgiranîya ji lêpirsîn û rexneya ji hêla Amerîkayê ve, meyla wan tineye ku biryarnameyeke komkî li dijî biryara Donald Trump serokomarê Amerkayê ya têkildarî Qudsê bidin.