Ebadî: Cîhan deyndara Iraqê ye/ Pêşmerge pişkek ji gelê Iraqê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i277605-ebadî_cîhan_deyndara_iraqê_ye_pêşmerge_pişkek_ji_gelê_iraqê_ne
Serokwezîrê Iraqê ragihand jiber canfîdaiyên ku Iraqê li şerrê dijî terorîstan hebûne, cîvaka cîhanî deyndara Iraqê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 13, 2017 15:02 Asia/Tehran
  • Ebadî: Cîhan deyndara Iraqê ye/ Pêşmerge pişkek ji gelê Iraqê ne

Serokwezîrê Iraqê ragihand jiber canfîdaiyên ku Iraqê li şerrê dijî terorîstan hebûne, cîvaka cîhanî deyndara Iraqê ye.

Li gorî rapora ISNA`yê, Heyder El Ebadî, serokwezîrê Iraqê li axiftinekê li kêleka Civîna Av û Hewayê ya li Parîsê, bal kişnad ser vê yekê ku beşdariya Iraqê ya li civînên navneteweyî, tiştek bingehîn û kêrhatî ye û got: Jiber canfîdaiyên ku Iraqê li şerrê dijî terorîstan hebûne û êş û elema ku kişnadine, cîvaka cîhanî deyndara Iraqê ye û divê civaka navneteweyî bona serketinên berfireh ên hêzn Iraqê, li rex Iraqê bisekine.

Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir: Niha Iraq guherîye û cîhan ber bi Iraqê va tê. Dema ku me bi DAIŞ`ê re şerr dikir me alîkariyên ku civaka cîhanî dane ber destê me, kivş kirin û li qada şêrr jî ji bilî iraqiyan tu kes tunebû û me ji civaka navneteweyî piştgîriyên istixbaratî û locêstîkî xwestin û ev yeka jî serê xwe girt.

Heyder Ebadî, got: Em ji cîhanê naxwazin ku bi mîlyaran pere bide me. Em rastbîn in û hewcetiya me bi alîkariyên bingehîn hene.

Ebadî destnîşan kir: Şerrê dijî gendeliyê, pişkek ji çaksazî û istiqrara welêt e, ji ber ku heya dema ku gendelî hebe, çaksazî û istiqrar pêkan nabe. Yek ji hegerên ketina terorîsmê nav Iraqê jî Gendelî bû û şerrê dijî gendeliyê pişkeka bingehîn û girîng e.

Ebadî got: Pêşmerge pişkek ji hêzên me ne û li kêleka artêşa Iraqê û hêzên din bona azadkirina Mûsilê şerr kirine û hin kes hebûn ku dil hebûn nakokiyê bêxin navbera me û Pêşmergeyan de lê, me pêgîrî kir ku Pêşmerge pişkek ji Iraqê ne û divê bi wan re hevkarî were kirin.