Pêgîriya cîgirê fermandeyê Heşda Şebî li ser jinavbirina ramana DAIŞ`ê li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i277601-pêgîriya_cîgirê_fermandeyê_heşda_Şebî_li_ser_jinavbirina_ramana_daiŞ_ê_li_iraqê
Cîgirê fermandeyê hêzên Heşda Şebî yên Iraqê bal kişand ser vê yekê ku hêzên Heşda Şebî kontrola sedî 60`ê sînorên vî welatî yên bi Sûriyê re girtine destê xwe û ragihand niha hewldaneka bêmînak a bi armanca jinavbirina raman DAIŞ`ê li Iraqê heye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 13, 2017 14:11 Asia/Tehran
  • Pêgîriya cîgirê fermandeyê Heşda Şebî li ser jinavbirina ramana DAIŞ`ê li Iraqê

Cîgirê fermandeyê hêzên Heşda Şebî yên Iraqê bal kişand ser vê yekê ku hêzên Heşda Şebî kontrola sedî 60`ê sînorên vî welatî yên bi Sûriyê re girtine destê xwe û ragihand niha hewldaneka bêmînak a bi armanca jinavbirina raman DAIŞ`ê li Iraqê heye.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya IRIB News`ê ji zarê malpera nûçeyan a iraqî ya El MEselê, Ebû Mehdî El Muhendis, cîgirê fermandeyên hêzên Heşda Şebî got 550 kîlometr ji sînorên Iraqê yên bi Sûriyê re (sedî 60) di destê hêzên Heşda Şebî da ne û navçeyên mayî di destê artêşa Iraqê, polîsê sînorî û hêzên Pêşmergeyên Kurd da ye.

Muhendis bal kişand ser vê yekê ku DAIŞ li Iraqê bi dawî hatiye û pêgîrî kir fikr û ramana DAIŞ û terorîsmê hîn li hin navçeyên Iraqê heye û bi dawî nehatiye.

Cîgirê fermandeyê hêzên Heşda Şebî yên Iraqê destnîşan kir Iraq bi dû hewldaneka bêmînal a di astên ewlehî, siyasî û civakî li van navçeyan e ku muhtemel e komên terorîst di wan da bin.

Heyder El Ebadî, fermandeyê gişt hêzên çekdar ên Iraqê, 9`ê Kanûna 2017`an azadiya hemî axa vî welatî ji bin lepên DAIŞ`ê ragihand.