Li êrîşa têrorîstan ser Tozxurmatoyê çend iraqî hatin kuştin an birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i277583-li_êrîşa_têrorîstan_ser_tozxurmatoyê_çend_iraqî_hatin_kuştin_an_birîndar_bûn
Çavkaniyên agah ên iraqî êvara Sêşemiyê ragihandin ku li êrîşa têrorîstan li ser navçeya Tozxurmatoyê li bakurê vî welatî çend iraqî hatin kuştin an birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 13, 2017 08:30 Asia/Tehran
  • Li êrîşa têrorîstan ser Tozxurmatoyê çend iraqî hatin kuştin an birîndar bûn

Çavkaniyên agah ên iraqî êvara Sêşemiyê ragihandin ku li êrîşa têrorîstan li ser navçeya Tozxurmatoyê li bakurê vî welatî çend iraqî hatin kuştin an birîndar bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Iraqê, li êrîşên topxaneyî yên komên têrorîst ser Tozxurmatoyê li parêzgeha Selahedîna bakurê Iraqê heta niha çend welatiyên asayî yên iraqî hatine kuştin û çend kes jî birîndar bûne.

Têrorîstan çend tax li Tozxurmatoyê kirin armanc.

Ji aliyê din va fermandetiya opêrasiyona Bexdayê Sêşemiyê ragihandk ku dixwaze alav û çekên mayî ji koma têrorîst a DAIŞ`ê li navçeyeka rojavaya Bexdayê biteqîne.

Roja Duşemiyê jî hêzên iraqî bîst û yek bombeyên destçêkirî yên koma têrorîst a DAIŞ`ê li rojavaya Bexdayê teqandin.