Hilkolandina peywendiyên dualî yên Iraq û Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i277549-hilkolandina_peywendiyên_dualî_yên_iraq_û_sûriyê
Balyozê Sûriyê yê li Bexdayê bi wezîrê karên navxwe yê Iraqê re hevdîtin pêk anî û her du alî li ser peywendiyên dualî û dabînkirina ewlehiya li her du welatan, şêwirîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 12, 2017 15:57 Asia/Tehran
  • Hilkolandina peywendiyên dualî yên Iraq û Sûriyê

Balyozê Sûriyê yê li Bexdayê bi wezîrê karên navxwe yê Iraqê re hevdîtin pêk anî û her du alî li ser peywendiyên dualî û dabînkirina ewlehiya li her du welatan, şêwirîn.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Ajansa nûçeyan a Fars`ê, Setam El Dendeh, balyozê Sûriyê li Bexdayê, li kêleka şahiyekê ku bi minsibeta şerketina dawîn a li hember terorîsmê li wezareta karên navxwe ya Iraqê hatibû lidarxistin, li hevdîtina bi Qasim El Erecî, wezîrê karên navxwe yê Iraqê, serketinên vî welatî yên li hember terorîstên DAIŞ`ê, li vî pîroz kirin.

El Erecî jî li vê hevdîtinê got: Serketina niha, ya wan şehîdan e ku li rêya azadkirina axa Iraqê ji bin lepên terorîstan xwîn dane. El Erecî, herwiha qedrê hemî hêzên ewlehî û leşkerî yên Iraqê bi taybet ji hêzên Heşda Şeibî girt.

Wezareta karên navxwe ya Iraqê li daxuyaniyekê ragihand: Her du alî li vê hevdîtinê hin mesele û mijarên hevpar û rêyên çalakkirina peywendiyên dualî hilkolandin.

Koma terorîst a DAIŞ`ê ji Hezîrana sala 2014`an ve derbasî Iraqê bû û hin pişkên vî welatî ne aram û dagîr kiribû ku bi hewldana hêzên çekdar ên vî welatî , terorîst li Iraqê têk çûn.

Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an ve bi êrişa berfireh a komên terorîst ên ku ji aliyê Amerîka û Erebistanê ve pişta wan tê girtin û jibo têkbirina dewleta qanûnî ya Bişar Esed û guhertina meselên li navçê û ser xêr û qazanca Rejîma Siyonîst, destpê bû.