Destpêbûna operasyona hêzên iraqî jibo ewlehkirina zîvala sînorî tev Sûriyê
Hêzên iraqî operasyonek ji bo ewlehkirina zîvala sînorî tev Sûriyê li rojava Iraqê destpê kirin.
Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê Someriye Newsê, çavkaniyeka eskerî ya Iraqê raghand ku hewldanên beşa endazyariyê ya artêşa Iraqê jibo ewlehkirina zîvala sînorî ya navbera Iraq û Sûriyê ji bajarê Qaimê li rojava Iraqê heya bajarê Rebîê li Neynewayê destpê bûye.
Wî her wiha diyar kir: Li gorî vê raporê, hin navendên berevaniyê û hin xendeq tên avakirin û artêş û garda sînorî jî navendên îsta lêgeriyê bi cih dikin jibo ku her cure êrişa DAIŞê ji aliyê Sûriyê ser Iraqê pûç bikin.
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê salekê piştî destpêbûna operasyona eskerî li Mûsilê li bakurê Iraqê ragahnd ku hêzên iraqî tam sînorên Sûriyê û Iraqê xistine bin kontrola xwe û şerê li dijî DAIŞ`ê dawî bûye.
Ji aliyê din ve, Sed Mein berdevkê Wezareta karên hundir a Iraqê li daxûyaniyekê raghand ku du endamên DAIŞ`ê li El-Resafê li Bexdayê hatine girtin.
Wî teqez kir: Piştî jêpirsîna ji van du kesana , çek û sîleh û hin bombe hatin keşfkirin.
Di eynî demê de, wezareta berevaniyê ya Emerîkayê( Pêntagon) pîrozbayî li hêzên iraqî piştî serketinên wan li şerê li dijî DAIŞê kir.