Berdevkê dewleta Iraqê: Zêde ji du milyon awareyên iraqî zivirîne navçên xwe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i277501-berdevkê_dewleta_iraqê_zêde_ji_du_milyon_awareyên_iraqî_zivirîne_navçên_xwe
Seid El-Hedîsî berdevkê dewleta Iraqê ragihand ku proda zivirîna awareyan bo navçên xwe ji destpêka sala 2016 destpê bûye û li vê mudehê zêde ji du milyon û pênsed hezar awareyên iraqî çûne navçên xwe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 12, 2017 11:54 Asia/Tehran
  • Berdevkê dewleta Iraqê: Zêde ji du milyon awareyên iraqî zivirîne navçên xwe

Seid El-Hedîsî berdevkê dewleta Iraqê ragihand ku proda zivirîna awareyan bo navçên xwe ji destpêka sala 2016 destpê bûye û li vê mudehê zêde ji du milyon û pênsed hezar awareyên iraqî çûne navçên xwe.

Li gor rapora IRIB News`ê, ji zarê telivîzyona El-Hedes, Seid El-Hedîsî berdevkê dewleta Iraqê got: Her çend li ser riya zivirîna awareyan bo malên xwe hinek pirsgirêk hene lê dîsa jî ji destpêka sala 2016 heta niha prosa zivirîna awareyan bo navçên destpê bûye û li vê mudehê zêde ji du milyon û pênsed hezar awareyên iraqî çûne navçên xwe.

Seid El-Hedîsîragihand ku heta niha nîvek ji hemû awareyên iraqî zivirîne malên xwe her çend ku hîn jî gefên terorîstî li hinek ji navçên azadbûyî ji destê terorîstan heye.

Seid El-Hedîsî ragihand ku tîmên muhendisî jî li navçên azadbûyî ji destê terorîstan dixebitin ku mînan pûç bikin.

Wî got: bona avedankirina navçên ku ji destê terorîstan azad bûne hewcetî bi bûdceyekî zav heye û hemû dixebitin ku her çi zûtirkê ev kaviliyên nav aaIraqê bêne avedankirin.