Merasima pîrozkirina serketina li hemberî DAIŞ`ê li Necefa eşref li Iraqê
Kombûna mezin a Serketina Li Hemberî DAIŞ`ê bi amadebûna serok û kesayetîyên Hêzên Heşdi Şeibî û pişkdarîya bi sedan kes ji gelê vî welatî li Wadî Selamê ya Necefa Eşref hat lidarxistin.
Li gorî rapora malpera ragihandinê ya Nocebayê, li vê kombûna berfire kesayetîyên wek Ekrem Keibî sêkrêtêrê giştî yê Tevgera Berxwedana Islamî ya Nocebayê, Şêx Qêys Xezelî sêkrêtêrê gişt Esaib Ehli Heq, Ehmed Esedî berdevjê Hêzên Heşdi Şeibî û kesayetîyên din ên leşkerî yên Iraqê amade bûn.
Li vê merasimê tevî bibîranîna canfidayên berevanîya ji welatê, basa mesele û pirsgirêkên pêşberî Iraqê piştî derketina DAIŞ`ê ji vî welatî hat kirin.
Berpirsên Hêzên Heşdi Şeibîyê jî li vê merasimê bal kişandin ser serketina li hemberî DAIŞ`ê pêngava yekem ji bo azadkirina Qudsê ye û pêgirî kirin: Biryara ehmeqane ya Donald Trump serokomarê Amerîkayê ya bifermînaskirina Qudsê wek paytexta Rêjîma Sîyonîst, dê bibe sedema jinavçûna vê rêjîma talankir.
Gelê Iraqê duh bi boneya serketina tam a hêzên çedar ên vî welatî li hemberî têrorîstên DAIŞ`ê, li bajarên curbicur ji wan li Bexdayê şayî bi rê xistin.