Wezîrê karên derve yê Iraqê daxûyaniya Yekitiya Ereban li bara Qudsê rexne kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i277371-wezîrê_karên_derve_yê_iraqê_daxûyaniya_yekitiya_ereban_li_bara_qudsê_rexne_kir
Wezîrê karên derve yê Iraqê li bara qebûlnekirina pêşniyara Bexdayê li daxûayniya dawiyê ya civîna Yekitiya Ereban jibo rawstana li ber kiryara praktîk a Emerîkayê ser Qudsê mixabiniya xwe diyar kir û raghand: Dê helwesta vê yekitiyê bandora xwe tinebe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 10, 2017 17:28 Asia/Tehran
  •  Wezîrê karên derve yê Iraqê daxûyaniya  Yekitiya Ereban li bara Qudsê rexne kir

Wezîrê karên derve yê Iraqê li bara qebûlnekirina pêşniyara Bexdayê li daxûayniya dawiyê ya civîna Yekitiya Ereban jibo rawstana li ber kiryara praktîk a Emerîkayê ser Qudsê mixabiniya xwe diyar kir û raghand: Dê helwesta vê yekitiyê bandora xwe tinebe.

 Li gorî rapora roja yekşemiyê ya  televîayona  Meyadîn a Lubnanê, Îbrahîm  Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê got: Asta xeterên ku gefê li Qudsê dixwen pir berfireh in û welatên  erebî divê kiryarên siyasî û aborî yên bibandor  jibo piştgiriya ji Qudsê cih bînin.

 Pêştir Cebran Basîl wezîrê karên derve yê Lubnanê jî got ku  jibo rawestana li ber kiryara Donald Trump serokkomarê Emerîkayê derheq nasandina  Qudsê weke  paytexta Rejîma  Siyonîstî divê  kiryarên jibo berevaniyê yên siyasî, dîplomatîk û aborî li dijî Emerîkayê werin girtinê.  Civîna awarte ya wezîrên  karên derve yên  Yekitiya Ereban  duh  li berteka li hember biryara  Donald Trump serokkomarê Emerîkayê derheq bifermîanskirina Qudsê weke paytexta Rejîma siyonîstî li Qahirê  li Misrê hat lidarxistin.

 Li daxûyaniya  dawiyê ya Yekitiya Ereban de hat destnîşankirin ku  Kiryara  Emerîkayê batil  e û weke binpêkirina  qanûnên navneteweyî ye ku derbeyê li  pêvajoya avakirina  du dewletên  filistînî û îsraîlî dixe.

Serokomarê Amerîkayê roja Çarşemiyê tevî hebûna dijayetiyên berfireh ên welatên cîhanê derheq biryara Amerîkayê ya bifermînaskirina Qudsê wek paytexta Rêjîma Israîlê ragihand ku Amerîkayê Qudsê wek paytexta Rêjîma Siyonîst bi fermî nas dike.

Beytul Muqedes ji hêla biryarnameyên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) va wek cihekî dagirbûyî tê naskirin û ev karê Amerîkayê di rastiyê da binpêkirina biryarnameyên vê saziya navneteweyî ye. Ev bajar xwedan cîgeheka taybet li cemmisilmanan e. Bajarê Beytul Muqedesê sala 1967an ji aliyê Israîlê va hat dagirkirin.