qedrzaniya wezîrê karên derve yê Iraqê ji Îranê
Wezîrê karên derve yê Iraqê ji rola erênî ya îranê li şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê qedrzanî kir.
Li gor rapora IRIB News`ê, Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê li press konferansa xwe ya duh şemiyê li Menamê paytexta Behrêyînê ragihand: Terorîst ji 124 welatên cîhanê ji wan ji Amerîka, Ingilîz û welatên derûdora Kendava Farsê û başûra rojhilata Asiyayê êrişî nav Iraqê kiribûn lê heta îraniyek jî di nav van terorîstan da tunebû.
Cefreî got: Komara îslamî ya Îranê bona alîkariya bi Iraqê amadebûna xwe ragihand û wekî gelek ji welatên cîhanê mişêwirên xwe şandine Iraqê û ev karê Îranê qet xwetêkeliya nav karûbarên Iraqê nîne.
Wezîrê karên derve yê Iraqê herwisa piştevaniya xwe ji hêzên Heşda Şeibî daye diyarkirin û got: Heşda Şeibî jî wekî hêzên dine çekdare Iraqê xebatekî qanûnî li şerê dijîterorîstan hebûye.