qedrzaniya wezîrê karên derve yê Iraqê ji Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i277333-qedrzaniya_wezîrê_karên_derve_yê_iraqê_ji_Îranê
Wezîrê karên derve yê Iraqê ji rola erênî ya îranê li şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê qedrzanî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 10, 2017 11:39 Asia/Tehran
  • qedrzaniya wezîrê karên derve yê Iraqê ji Îranê

Wezîrê karên derve yê Iraqê ji rola erênî ya îranê li şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê qedrzanî kir.

Li gor rapora IRIB News`ê, Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê li press konferansa xwe ya duh şemiyê li Menamê paytexta Behrêyînê ragihand: Terorîst ji 124 welatên cîhanê ji wan ji Amerîka, Ingilîz û welatên derûdora Kendava Farsê û başûra rojhilata Asiyayê êrişî nav Iraqê kiribûn lê heta îraniyek jî di nav van terorîstan da tunebû.

Cefreî got: Komara îslamî ya Îranê bona alîkariya bi Iraqê amadebûna xwe ragihand û wekî gelek ji welatên cîhanê mişêwirên xwe şandine Iraqê û ev karê Îranê qet xwetêkeliya nav karûbarên Iraqê nîne.

Wezîrê karên derve yê Iraqê herwisa piştevaniya xwe ji hêzên Heşda Şeibî daye diyarkirin û got: Heşda Şeibî jî wekî hêzên dine çekdare Iraqê xebatekî qanûnî li şerê dijîterorîstan hebûye.