Wezîrê karên derve yê Iraqê: Îran gorîyê têrorîsmê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i277297-wezîrê_karên_derve_yê_iraqê_Îran_gorîyê_têrorîsmê_ye
Di yekem roja sêzdehemîn dewra Gotûbêjên Menamê de, wezîrê karên derve yê Iraqê biryara serokomarê Amerîkayê ya bifermînaskirina bajarê Qudsê wek paytexta Rêjîma Sîyonîst biryareke beredayî û çavsorane zanî û pêgirî kir ku Îran gorîyê têrorîsmê ye û rola vî welatî li Iraqê avakir e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 09, 2017 16:18 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Iraqê: Îran gorîyê têrorîsmê ye

Di yekem roja sêzdehemîn dewra Gotûbêjên Menamê de, wezîrê karên derve yê Iraqê biryara serokomarê Amerîkayê ya bifermînaskirina bajarê Qudsê wek paytexta Rêjîma Sîyonîst biryareke beredayî û çavsorane zanî û pêgirî kir ku Îran gorîyê têrorîsmê ye û rola vî welatî li Iraqê avakir e.

Rojnama El Şerq El Ewset çapa Londonê li malpera xwe nivîsî ku duh danê êvarê sêzdehemîn dewra civîna Gotûbêjên Menamê li bajarê Mename paytexta Behrêynê destpê bû.

Pişkdarên vê civînê yê têkildarî xeterên têrorîsm û tundrêtîyê li Rojhilata Navînê û cîhanê, herwiha ewlehîya navçeyî û pirsgirêkên pêşberî welatên navçê gotûbêjê bikin.

Civîna Gotûbêja Menamê bi hevpeyvîneke têlêvîzyonî li kanala Sky News Erebî bi amadebûna Tirkî Feysel, serokê Navenda Lêkolînên Islamî, Melik Feysel û Ibrahîm Ceiferî wezîrê karên derve yê Iraqê û Yenî Wehîd serokê Navenda Wehîd a Endonêzîyê destpê bû.

Wezîrê karên derve yê Iraqê biryara serokomarê Amerîkayê ya bifermînaskirina bajarê Qudsê wek paytexta Rêjîma Sîyonîst û veguhestina balyozxana Amerîkayê ji Telavîvê bo Qudsê biryareke beredayî û çavsorane zanî û got: Eva biryareke pîs û xirab e û dûhatên wê hene. Ibrahîm Ceiferî herwiha got: Dûr nîne ku ev biryara bandorê li Iraqê jî bike.

Ibrahîm Ceiferî çend caran pêgirî kir ku ew iraqî û ereb e û ji ber erebbûna xwe şanazîyê dike û ji bo berevanîya ji Îranê yan rewanîşandayîna kiryarên vî welatî li Gotûbêja Menamê pişkdarî nekirîye. Wî Îran gorîyê têrorîsmê zanî û got ku rola vî welatî li Iraqê avakir û erênî ye.

El Şerq ul Ewsetê li dewama vê raporê ragihand ku wezîrê karên derve yê Iraqê bi kurtasî têkildarî destkevtên welatê xwe li warê têkbirina koma têrorîst a DAIŞ`ê axivî û got ku serketina bi dest ketîye ne tenê ya Iraqê belkî ya hemî welatan e.

Ceiferî herwiha got: Xewn û xeyala serketinê pêk hat. Her kesî di çarçova qanûnê de pêngav rakir û li dîrokê tu şerek tineye ku hemî welatên cîhanê pişta welatekî bigirin bilî şerê Iraqê li dijî DAIŞ`ê.

Tirkî Feysel jî ev serketina li artêşê û hêzên iraqî pîroz kir û got ku artêşa Iraqê li imtihana şerê dijî DAIŞ`ê, bi başî serkevtî bû.