Derketina bi fermî ya Iraqê ji bin xala heftan a menşûra NY
Wezareta karên derve ya Iraqê, îro şemiyê, ragihand li gorî biryara nû ya Konseya Ewlehiyê ya NY, ev welata bi awayekî fermî ji bin barê xala heftem a menşûra Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) derketiye.
Li gorî rapora malpera kanala nûçeyan a Sûmêriye ya Iraqê, Ehmed Mehcûb, berdevkê wezareta karên derve ya Iraqê, bal kişande ser hewldanên vê wezaretxaneyê jibo girêdana dosyên Bexdayê yên li Konseya Ewelhiyê û got: Herî dawiyê bi weşandina biryarnameya Konseya Ewelhiyê ya têkildarî derketina Iraqê ji bin barê xala heftemîn a li bara ``bernama Nift li hember xwerinê``, hewldanên Bexdayê gihîştin encamê û Iraqê rewşa xwe ya asayî û cîgeha xwe ya navneteweyî ji nû ve bi dest xist.
Piştî êrişa Rejîma Sedam ser Kuwêytê di sala 1990`î de, Konseya Ewlehiyê, Iraq gefek dijî ewlehî û aştiya cîhanî da zanîn û ew xist bin barê xala heftem a menşûra NY.
Xala heftem a manîfêsta Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY), tenê xalek e ku vê îznê dide Konseya Ewlehiyê ku dijî welatekî ku gefê li aştiya cîhanî dixwe, hêza leşkerî bi kar bîne. Ji bilî viya hemî mal û heyîtiyên wî welatî li bankên navneteweyî jî tên blokekirin.