Teqînek li nêzîkî Hewlêrê qewimî, 3 kes hatin kuştinê
Berpirsekî Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) îro ragihand ku di encama teqîna şeva buhurî li kempa Mexmûrê li başûra rojavaya bajarê Hewlêrê de 3 kes hatin kuştinê.
Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, hela hegera vê teqînê nehatîye kifşkirin. Berpirsên herêma Mexmûrê li nêzîkî Hewlêrê ku hejmarek kurdên tirkîyeyî eva zêde ji 30 salan in li wir dijîn, dibêjin ku ev teqîna ji ber avêtina mûşekê ji balafirekê bûye.
Berpirsekî PKK`ê şeva buhurî ragihand ku ev teqîna êrişeke xwekujîyê bûye ku di encamê de maşîneke bombekirî li ber nuqteyeke ewelhîyê hatîye teqandin.
Li Hewlêrê jî îro hat ragihandin ku 4 kes birîndarên ji ber teqînê li nexweşxanê hatin razandin.
Ev teqîna duh li pişkeke kampa Mexmûra Navendî ser navê Kampa Şehîd Rustem pêk hat ku nêzî 2700 malbat li wir dijîn.