Ûris li dû projeyên enerjiya Iraqê
Wezareta enerjiyê ya Rûsiyê raghand: Çend şîrket li dû cihanîna projeyên nû yên Iraqê ne.
Li gorî rapora ISNA`yê, ji Westiyê, Elêksander Nowak wezîrê enerjiyê yê Rûsiyê li hevdîtina tev Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li bara hez û meyla welatê xwe jibo cihanîna projeyên nû yên enerjiyê li Iraqê agahî da û got: Em li benda ragahndina encamên munaqiseyên nû yên Iraqê ne û şîrketên rûsî hez dikin ku hêzgeha iliktrîkê ya avê li vî welatî bikemilînin.
Wî her wiha got: Em amadeyî beşdariya li avedankirina hêzgehên çalak li Iraqê ne.
Niha şîrketa gaz prom a Rûsiyê çar projeyên niftê li Iraqê di destê xwe de heye ku sê projeyên wê li Herêma Kurdistana Iraqê ne.
Pêştir jî Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê ji welatên berhemhênerê hêzgehên navokî xwestibû ku li munaqiseya çêkirina hêzgeha navokî li vî welatî beşdariyê bike.
Hêjayî gotinê ye ku yekim reaktora lêkolînê ya Iraqê li sala 1968`an a zayînî ji aliyê Sowyeta berê ve hatibû çêkirin.