Dewleta Iraqê dema hilbijartinên parlimanê kifş kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i276993-dewleta_iraqê_dema_hilbijartinên_parlimanê_kifş_kir
Nivîsgeha ragihandinê ya serokwezîrtîya Iraqê li daxûyanîyekê ragihand: Li gorî biryara dewletê, hilbijartinên parlimanî yên Iraqê yê di 12`ê Gulana 2018`an de bên lidarxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 06, 2017 09:55 Asia/Tehran
  • Dewleta Iraqê dema hilbijartinên parlimanê kifş kir

Nivîsgeha ragihandinê ya serokwezîrtîya Iraqê li daxûyanîyekê ragihand: Li gorî biryara dewletê, hilbijartinên parlimanî yên Iraqê yê di 12`ê Gulana 2018`an de bên lidarxistin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, berî vîya hatibû ragihandinê ku hilbijartinên parlimanî yên Iraqê yê di 15`ê Gulana sala 2018`an de bnê lidarxistinê. Dewleta Iraqê di 30`yê Cotmehê de ragihandibû ku yê atmosfereke ewleh ji bo lidarxistina hilbijartinan pêk bîne.

Hilbijartinên herî dawîyê yên parlimana Iraqê di sala 2014`an de hatin lidarxistin. Bi dû hilbijartinên parlimanî yên di pêş de li Iraqê, yê pêkhateya kabîna nû, serokwezîr, serokomar û serokê meclisê jî bên bijartinê.

Li gorî nûçeyeke din Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê şeva buhurî li hevdîtina digel Alêksandêr Novak (Alexander Novak) wezîrê ênêrjîya Ûrsêtê bi wî re têkildarî pişkdarîya şîrketên ûris li pêvajoya avedankirina deverên ji lepên DAIŞ`ê azadkirî û sermayeguzarîya Moskowê di vî warî de gotûbêj kir.

Nivîsgeha Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ragihand ku Ebadî û Novak li vê hevdîtinê têkildarî berfirekirina hevkarîyên warên ênêrjî, aborî, bazirganî, nift û ceryanê gotûbêj kirin.