Amêrî: Eskerên emerîkî bila terka axa Iraqê bidin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i276953-amêrî_eskerên_emerîkî_bila_terka_axa_iraqê_bidin
Fermandê pilebilind ê hêzên Heşda Şebî yên Iraqê raghand: Piştî paqijkirina navçên dagirbûyî ji lepên koma terorîstî ya DAIŞ`ê, eskerên emerîkî divê terka axa Iraqê bidin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 05, 2017 18:00 Asia/Tehran
  •  Amêrî: Eskerên emerîkî bila terka axa Iraqê bidin

Fermandê pilebilind ê hêzên Heşda Şebî yên Iraqê raghand: Piştî paqijkirina navçên dagirbûyî ji lepên koma terorîstî ya DAIŞ`ê, eskerên emerîkî divê terka axa Iraqê bidin.

 Hadî Amêrî, fermandê pilebilind ê yekînên  Heşda Şebî û sekreterê giştî yê Rêxistina Bedra Iraqê roja  sêşemiyê  li hevpeyvîna  bi kanala  Press TVyê re got: Hêzên Heşda Şebî yên Iraqê dê ji parlemana vî welatî bixwezin ku qanûnekê bipejirîne ku li gor wê Emerîka hemî hêzên xwe ji Iraqê derxîne.

 El-Amêrî destnîşan kir: Niha ku terorîstên DAIŞê penagehên xwe yên sereke li Iraqê ji dest dane, hêzên gelnî heta  rê nedine  eskerekî emerîkî jî ku li Iraqê bimîne.

 Nêzîkî 8 hezar û 400 hêzên emerîkî li navçeyên  bakur û rojava Iraqê bi cih bûne.

 Sekreterê giştî yê Rêxistina Bedrê ya Iraqê her ji Emerîka, Ewrûpa û hemî welatên erebî û saziyên navneteweyî xwest ku bila nehêlin terorîst derbasî nava axa Iraq û Sûriyê bibin.

 Amêrî her wiha diyar kir: Kerkûk yek ji navçên herî ewleh ê Iraqê ye û piraniya malbatên  kurd  ku ji vî bajarî derketibûn niha vegeryane cihê jiyana xwe.