Dewama paqijkirina hin navçên bakurê Iraqê ji lepên terorîstan
Hêzên hevpar ên iraqî operasyona lêgeriya tûnêlên ku terorîstan kulane ,li parzêgeha Selahedînê û paqijkirina girava Hewîcê li parêzgeha Kerkûkê giran kirine.
Li gorî rapora roja sêşemiyê ya televaîyona El-Iraqiyê, li navça Hewîcê navbera parêzgehên Kerkûk û Selahedînê , hêzên ewlehiyê yên Iraqê zêde ji 150 bombe û teqemeniyên ku koma terorîstî ya DAIŞê beriya revîna ji vê navçê bi cih kiribûn, kefş û pûç kirin.
Li gorî raporan lêgeriya li navça Hewîcê li parêzgeha Kerkûkê pir bi hûrî û kûrî cih tê bi curekê ku piştî lêgerînan ewlehiya tam li van navaçan cih tê da ku awareyên ku koçber bûne cardinê vegerin malên xwe.
Meid Beday yek ji fermandeyên iraqî ku li navça Hewîcê de ye got: Nêzîkî 170 terorîstên DAIŞê li vê navçê hatine kuştin.
Operasyona paqijkirina navçên azadbûyî ji lepên DAIŞê yek ji meselên herî giring e ku Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê û fermandê giştî yê hêzên Çekdar ser wê teqez kiriye da ku ewlehî vegere vî welatî.
Koma terorîstî ya DAIŞê ji 2014`an ve bi piştgiriya Emerîka û Eeebistanê bi êrişa ser Iraqê, hin beşên bakur û rojava vî welatî dagir kir lê artêşa Iraqê bi piştgiriya hêzên Heşda şebî hemî navçên hanê ji lepên endamên DAIŞ`ê azad kirine.