Dewama paqijkirina hin navçên bakurê Iraqê ji lepên terorîstan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i276937-dewama_paqijkirina_hin_navçên_bakurê_iraqê_ji_lepên_terorîstan
Hêzên hevpar ên iraqî operasyona lêgeriya tûnêlên ku terorîstan kulane ,li parzêgeha Selahedînê û paqijkirina girava Hewîcê li parêzgeha Kerkûkê giran kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 05, 2017 15:34 Asia/Tehran
  • Dewama paqijkirina hin navçên bakurê Iraqê ji lepên terorîstan

Hêzên hevpar ên iraqî operasyona lêgeriya tûnêlên ku terorîstan kulane ,li parzêgeha Selahedînê û paqijkirina girava Hewîcê li parêzgeha Kerkûkê giran kirine.

 Li gorî rapora roja sêşemiyê ya televaîyona  El-Iraqiyê, li navça  Hewîcê navbera parêzgehên  Kerkûk û Selahedînê , hêzên ewlehiyê yên Iraqê zêde ji 150 bombe û teqemeniyên  ku koma  terorîstî ya DAIŞê beriya revîna ji vê navçê bi cih kiribûn, kefş û pûç kirin.

 Li gorî raporan lêgeriya li navça Hewîcê li parêzgeha  Kerkûkê pir  bi hûrî û kûrî cih tê bi curekê ku  piştî lêgerînan ewlehiya tam li van  navaçan  cih tê da ku awareyên  ku koçber bûne cardinê vegerin malên xwe.

 Meid Beday yek ji fermandeyên  iraqî ku li navça Hewîcê de ye got: Nêzîkî 170 terorîstên DAIŞê li vê navçê hatine kuştin.

 Operasyona  paqijkirina navçên azadbûyî ji lepên  DAIŞê yek ji meselên herî giring e ku Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê û fermandê giştî yê hêzên Çekdar ser wê teqez kiriye da ku ewlehî vegere vî welatî.

 Koma terorîstî ya DAIŞê ji 2014`an  ve bi piştgiriya  Emerîka û Eeebistanê bi êrişa ser Iraqê, hin beşên  bakur û rojava vî welatî dagir kir lê artêşa Iraqê bi piştgiriya  hêzên Heşda şebî hemî navçên  hanê ji lepên endamên DAIŞ`ê azad kirine.