Pêgiriya li ser xurtkirina pêbaweriya navbera Hewlêr û Bexdayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i276891-pêgiriya_li_ser_xurtkirina_pêbaweriya_navbera_hewlêr_û_bexdayê
Serokomarê Iraqê û sikritirê giştî yê Rêxistina Bedrê li ser xurtkirina pêbaweriya navbera Hewlêr û Bexdayê pêgirî kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 05, 2017 09:49 Asia/Tehran
  • Pêgiriya li ser xurtkirina pêbaweriya navbera Hewlêr û Bexdayê

Serokomarê Iraqê û sikritirê giştî yê Rêxistina Bedrê li ser xurtkirina pêbaweriya navbera Hewlêr û Bexdayê pêgirî kirin.

Li gorî rapora Kanala Al Alamê, ofîsa serokomarê Iraqê bi weşandina daxûyaniyekê ragihand: ``Fuad Mesûmê serokomarê Iraqê û Hadî Amirîyê sikritirê giştî yê Rêxistina Bedrê roja Duşemiyê li hevdîtinekê tevî hilkolandina guhertinnê siyasî û ewlehiy yên Iraqê, li ser pêwîstiya xurtkirina pêbaweriya navbera Hewlêr û Bexdayê û hewildana ji bo destpêkirina gotûbêjên kêrhatî, bi biratî û nêzik pêgirî kirin.

Li ser esasa vê raporê, pêbaweriya navbera Hewlêr û Bexdayê divê misogerkirê bidestxistina hin lihevkirinan be ku tevî garantîkirina maf û berjewendiyên tevahiya welatiyan li ser esasa xalên Qanûna Bingehîn, tevahiya pirsgirêkan çareser bike.

Serokomarê Iraqê, Fuad Mesûm jî vê dawiyê mijara giştpirsînê bidawîhatî da zanîn û xwest ku Hewlêr û Bexda ji bo çareserkirina nakokiyan diyalogê destpê bikin.

Mesûd Barzanî bêyî berçavgirtina dijayetiyên navxweyî û derveyî û tenê bi israra xwe roja 25`ê Îlona 2017an Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê li dar xist û pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê aloz kir ku di dawî da dadgeha bilind a federal a Iraqê, deng da ku encamên Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistanê bên betalkirin.

Serokomarê Iraqê roja 29`ê Mijdarê jî ji bo bidestxistina rêkarên hevaheng li Herêma Kurdistanê bi armanca destpêkirina gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê bi mebesta bidawîanîna nakokiyan bi serokê rêvebiriya vê herêmê, Nêçîrvan Barzanî ra hevdîtin û gotûbêj kir.