Ceiferî. Iraqê peywendîyên baş bi Îranê re hene
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i276797-ceiferî._iraqê_peywendîyên_baş_bi_Îranê_re_hene
Wezîrê karên derve yê Iraqê got: Iraqê niha peywendîyên baş bi hemî cînaran ji wan bi Îranê re hene.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 04, 2017 04:03 Asia/Tehran
  • Ceiferî. Iraqê peywendîyên baş bi Îranê re hene

Wezîrê karên derve yê Iraqê got: Iraqê niha peywendîyên baş bi hemî cînaran ji wan bi Îranê re hene.

Ibrahîm Ceiferî li hevpeyvîna tev kanala Rûsîya El Yewmê (Rusiya Al-Yaum) bal kişand ser hewldana delweta vî welatî ji bo çêtirkirina peywendîyên digel welatên navçê nemaze yên digel cînaran û got: Me bi 4 welatên ereb ên cînarê xwe ango Erebistan, Kuweyt, Urdin û Sûrîyê re jî peywendîyên baş hene li halekî ku Erebistan û Sûrîyê têkilîyek bi hev re tinene.

Ceiferî bal kişand ser hegerên ku dewleta Iraqê dixwaze peywendîyên digel Îranê qahîm bike û got: Îran berovajî hin welatên navçê ji dema têkçûna rêjîma berê (rêjîma Sedam) va heta niha di her halî de piştgirîya Bexdayê kirîye û li têkoşîna dijî têrorîsmê jî gellek alîkarîya Iraqê kirîye.

Wezîrê karên derve yê Iraqê wek berteka li hemberî pêkanîna hin hevalbendîyên navçeyî jî got: Dewlet û gelê Iraqê ji bo kêfxweşîya hin alîyan hazir nînin ku li hevalbendîyên bi vî cureyî ku li dijî welatên din ên navçê hatine sazkirinê, pişkdarîyê bikin.