Xwetêkeliya serokkomarê Fransayê di nav karûbarên hundirî yê Iraqê
Serokkomarê Fransayê li hevdîtina tev Niçîrvan Barzanî serokê îdara xwecî ya Herêma Kurdistana Iraqê ji dewleta Bexdayê xwest ku Heşda Şeibî hilweşîne.
Li gor rapora ajansa nûçan a Ruters`ê, Êmanuêl Mekron, serokkomarê Fransayê duh şemiyê li Koşka Êlîzê mazovaniya Niçîrvan Barzanî serokê îdara xwecî ya Herêma Kurdistana Iraqê kir.
Êmanuêl Mekron li hevdîtina tev Barzanî bilî xwetêkeliya di nav karûbarên Iraqê û axivtina dijî Heşda Şeibî ragihand ku pêwîst e Bexda û Hewlêrê gor qanûna bingehîn a Iraqê bi hevra gotûbêjê bikin.
Daxwaza Êmanuêl Mekron bona hilweşiyana Heşda Şeibî li halekê ye ku rola hêzên gelanî yên Iraqê bona dûrkirina xetera terorîstên DAIŞ`ê ji nav welatên ewrûpî ji bo hemûyan eyan e.
Ji aliyê din ve diviya Mekron bizanîbûya mesela xebata Heşda Şeibî babetekî hundirî ye û tu peywendiyek bi serokkomarê Firansayê tune.
Falêh Feyaz mişêwirê ewlehiya netewî ya Iraqê îniya bihurî got: ``Heşda Şeibî yek ji istûnên qudretê ji bo dewleta Iraqê tê hisab``.
Wî got: ``Heta wê çaxê ku di nav Iraqê da alozî heye, hêzên Heşda Şeibî memûriyeta xwe didomîne``.