Wezareta berevaniya Iraqê: Ebûbekir Bexdadî nemirîye, lê birîndar e û xwe veşartîye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i276701-wezareta_berevaniya_iraqê_ebûbekir_bexdadî_nemirîye_lê_birîndar_e_û_xwe_veşartîye
Wezareta berevanîyê ya Iraqê ragihand ku Ebûbekir Bexdadî serkirdê koma terorîst a DAIŞ`ê hê nemirîye û birîndar e û li cihekî nêzîkî sînorê Iraq û Sûrîyê xwe veşartîye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 02, 2017 15:23 Asia/Tehran
  • Wezareta berevaniya Iraqê: Ebûbekir Bexdadî nemirîye, lê birîndar e û xwe veşartîye

Wezareta berevanîyê ya Iraqê ragihand ku Ebûbekir Bexdadî serkirdê koma terorîst a DAIŞ`ê hê nemirîye û birîndar e û li cihekî nêzîkî sînorê Iraq û Sûrîyê xwe veşartîye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, general Yehya Resûl berdevkê wezareta berevanîya Iraqê û fermandeyê operasyonên hevpar bi hevkarîya digel hevalbendîya di bin fermana Amerîkayê de got: Me gellek lêzanîn hene. Serkirdê koma DAIŞ`ê hê zindî ye û li çolên nêzîkî sînorê Iraq û Sûrîyê ye. Wî got ku şebekeyên bêdeng ên DAIŞ`ê hela jî li çolên hanê hene.

Li gorî lêzanînên wezareta berevanîya Iraqê, serkirdê DAIŞ`ê di navbera bajarên sînorî yên Qaim li parêzgeha Al Anbar a Iraqê û Bûkemalê li parêzgeha Dêrezorê li rexê çemê Firatê de hatin û çûyînê dike.

General Yehya Resûl herwiha got: DAIŞ`îyên mayî wek mişkan li sitargehên binerdî li deverên dûr dijîn û hinek ji wan bi guhertina şiklê xwe û wek cotkar an bi kincên jinan bi dû revîna ji herêmê ne.

Berdevkê wezareta berevanîya Iraqê herwiha got ku Bexdadî di 11`ê Sibatê de bi dû êrişa balafireke F-16 bi giranî birîndar bibû. Lewma hatin û çûyîna wî li deverên sînorî yên di navbera Sûrîye û Iraqê de gellekî bisînor bûye.