Teqînek li bakûra Bexdayê qewimî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i276687-teqînek_li_bakûra_bexdayê_qewimî
Çavkanîyekî haydar li Navenda Polîsên Iraqê ragihand ku bombeyek li bakûra Bexdayê teqîya ku di encamê de 5 kes birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 02, 2017 14:07 Asia/Tehran
  • Teqînek li bakûra Bexdayê qewimî

Çavkanîyekî haydar li Navenda Polîsên Iraqê ragihand ku bombeyek li bakûra Bexdayê teqîya ku di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Farsê (Fars News) li gorî rapora malpera Somerye News`ê got: Ew bombeya li nêzîkî taxên ticarî li devera Hemamîyatê û li Al Tacîyê li bakûra Bexdayê teqîya.

Somerye News`ê navê çavkanîya vê nûçeyê aşkira nekir û ragihand: Hêzên ewlehîyê bi dû teqînê li cihê bûyerê amade bûn û nehêlan ku welatî nêzîkî vê deverê bûn û birîndar jî veguhestin nexweşxanê.

Roja duşema hefteya buhurî jî di encama teqînekê li başûra rojhilata Bexdayê de, 17 kes hatin kuştinê û 28 kes jî birîndar bûn.