Du gornên komkî li Şingalê hatin dîtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i276673-du_gornên_komkî_li_Şingalê_hatin_dîtin
Hêzên Heşda Şebî, ragihandin ku du gornên komkî ku meytên 100 jin û zarokên ku para zêde Êzidî ne li Şingalê hatine dîtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 02, 2017 13:07 Asia/Tehran
  • Du gornên komkî li Şingalê hatin dîtin

Hêzên Heşda Şebî, ragihandin ku du gornên komkî ku meytên 100 jin û zarokên ku para zêde Êzidî ne li Şingalê hatine dîtin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, dayira ragihandinê ya Heşda Şeibî, roja şemiyê (îro) ragihandin ku  du gornên komkî  ku meytên 100 jin û zarokên ku para zêde Êzidî ne li Şingalê hatine dîtin. Ev hêzane sibeha îro gorneka komkî ya ku meytên 80 jin û zarokên ku para zêde ya wan Êzidî ne li Mecme Ul Cezîrê li başûrê Şingalê peyda kirin.

Komeka din a hêzên Heşda Şebî jî, gorneka din a komkî li gundê Qabûsiyê li başûrê Şingalê keşif kirin ku meytên 20 jin û zarokên Êzidî têde bûn.

Bajarê Şingalê sala 2014`an kete destê terorîstên DAIŞ`ê lê li dawiyê hêzên Pêşmerge ev bajara li Mijdara 2015`an azad kirin. Ev bajara bi komkujî, berdedarî û destdirêjiya DAIŞ`ê ser xelkê Êzîdî li dema dagîrkeriya DAIŞ`ê, bi navbang e.