Gotûbêja Fuad Mesûm û Selîm Cebûrî li ser guhertinên Iraqê
Kanûn 01, 2017 15:29 Asia/Tehran
Serokomarê Iraqê, Fuad Mesûm û serokê parlimana vî welatî, Selîm Cebûrî li hevdîtinekê, li ser gotûbêja ciddî ji bo çareserkirina qeyrana navbera Hewlêr û Bexdayê pêgirî kriin.
Mesûd Barzanî roaj 25`ê Îlona 2017an bêyî beçavgirtina dijayetiyên navxweyî û derveyî û tenê li ser israra xwe, Giştpirsîna cudabûnê li vê herêmê li dar xist.
Li gorî rapora roja Îniyê ya IRIB News`ê, ofîsa Selîm Cebûrî bi daxûyaniyekê ragihand ku li vê hevdîtinê, li ser rewşa ewlehî û siyasî ya Iraqê û guhertinên navçeyî û navneteweyî gotûbêj hat kirin.
Li vê hevdîtinê her wiha serketina hêzên çekdar ên Iraqê li şerê dijî DAIŞ`ê, dosyeya hilbijartina tê ya parlimanê û bûdceya sala tê ya dewletê jî hatin hilkolandin.