Şêwirmendê Heyder Ebadî: ``Heşda şebî ji hêmayên qaweta dewleta Iraqê ye``
Falih Feyaz, şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê teqez kir: ``Hêzên Heşda Şebî yek ji hêmayên qaweta dewleta Iraqê tê hesabê``.
Li gorî rapora ajansa Waê, şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê roja îniyê got: ``Besîca gelanî an Heşda Şebî wek hêmaya qawetê, weke pirsgirêkekê jibo dewleta Iraqê nayê hesabê``.
Falih Feyazê teqez kir: ``Erk û peywira Heşda Şebî heya dema ku li Iraqê pirsgirêk hebin, dê bidome``.
Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê her wiha got: ``Dewletê bala xwe daye ser hêzên Heşda Şebî û gotegotên ku li bara pêşeroj û çarenivîsa wê hene rast nînin. Heşda şebî rêxistineke bi istiqrar e û li gorî qanûnên eskerî yên Iraqê tev digere``.
Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê li bara maf û miaşa hêzên Heşda şebî jî got: ``Miaşa hemî hêzên Heşda şebî hatiye parastin û li gor fermana Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê ji babet aborî, hêzên Heşda Şebî û hêzên artêşê di astekê de ne``.
Heşda Şebî ji komên curbicur ên iraqî pêk hatiye ku ser daxwaza ayetullah Sîstanî, merceyê bilindqedir ê şîeyên Iraqê hevgavê têkçûna bajarê Mûsilê li 10 Hezîrana 2014an hat damezrndin.
Îro bi rola Heşda şebî jî Mûsil azad bû û him jî dosiya DAIŞ`ê li Iraqê dawî bûye.
Parlemana Iraqê 26ê Mijdara 2016an bi piraniya dengan, Heşda şebî weke beşek ji hêzên çekdar ên Iraqê raghand.