Şêwirmendê Heyder Ebadî: ``Heşda şebî ji hêmayên qaweta dewleta Iraqê ye``
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i276615-Şêwirmendê_heyder_ebadî_heşda_şebî_ji_hêmayên_qaweta_dewleta_iraqê_ye
Falih Feyaz, şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê teqez kir: ``Hêzên Heşda Şebî yek ji hêmayên qaweta dewleta Iraqê tê hesabê``.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 01, 2017 14:57 Asia/Tehran
  •  Şêwirmendê Heyder Ebadî: ``Heşda şebî ji hêmayên qaweta dewleta Iraqê ye``

Falih Feyaz, şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê teqez kir: ``Hêzên Heşda Şebî yek ji hêmayên qaweta dewleta Iraqê tê hesabê``.

 Li gorî rapora ajansa Waê, şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê roja îniyê got: ``Besîca gelanî an Heşda Şebî wek hêmaya qawetê, weke pirsgirêkekê jibo dewleta Iraqê nayê hesabê``.

Falih Feyazê teqez kir: ``Erk û peywira Heşda Şebî heya dema ku li Iraqê pirsgirêk hebin, dê bidome``.

 Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê her wiha got: ``Dewletê bala xwe daye ser hêzên Heşda Şebî û gotegotên ku li bara  pêşeroj û çarenivîsa wê hene rast nînin.  Heşda şebî rêxistineke  bi istiqrar e û li gorî qanûnên eskerî yên Iraqê tev digere``.

  Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê li bara maf û miaşa hêzên Heşda şebî jî got: ``Miaşa hemî hêzên Heşda şebî hatiye parastin û li gor  fermana  Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê  ji babet aborî, hêzên Heşda Şebî û hêzên artêşê di astekê de ne``.

 Heşda Şebî ji komên  curbicur ên iraqî pêk hatiye ku ser daxwaza ayetullah Sîstanî, merceyê bilindqedir ê şîeyên Iraqê hevgavê têkçûna  bajarê Mûsilê li 10  Hezîrana 2014an  hat damezrndin.

Îro bi  rola Heşda şebî jî Mûsil azad bû û him jî dosiya DAIŞ`ê li Iraqê dawî bûye.

 Parlemana  Iraqê 26ê Mijdara 2016an  bi piraniya dengan, Heşda şebî weke beşek ji hêzên  çekdar ên Iraqê raghand.