Wezîrê kaêrn derve yê Iraqê: ``Hewcetiya me bi palenek mîna Plana Marşal heye``
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i276609-wezîrê_kaêrn_derve_yê_iraqê_hewcetiya_me_bi_palenek_mîna_plana_marşal_heye
Wezîrê karên derve yê Iraqê ragihand ku welatê wî piştî şerê dijî DAIŞ`ê, hewcedara alîkariyê berfireh ên navneteweyî wek wan alîkariyan e ku Amerîkayê radestî Ewropaya Rojavayî piştî şerê duyem ê cîhanî kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 01, 2017 13:30 Asia/Tehran
  • Wezîrê kaêrn derve yê Iraqê: ``Hewcetiya me bi palenek mîna Plana Marşal heye``

Wezîrê karên derve yê Iraqê ragihand ku welatê wî piştî şerê dijî DAIŞ`ê, hewcedara alîkariyê berfireh ên navneteweyî wek wan alîkariyan e ku Amerîkayê radestî Ewropaya Rojavayî piştî şerê duyem ê cîhanî kirin.

Li gorî rapora ISNAS`yê, Wezîrê karên derve yê Iraqê, Îbrahîm ceferî li axaftinekê li Konfêransa Gotûbêja Medîteraneyî (Welatên li dorhêla Deryaya Sipî) li Romayê got: ``Ez ji civaka navneteweyî dixwazim ku alîkariya me bike, wisa ku li şerê dijî DAIŞ`ê alîkariya me kir``.

Wezîrê karên derve yê Iraqê bal kişande ser hejmara kesên çekdar ên biyanî ku li nav refên DAIŞ`ê şer kirin û got: ``Iraq li çarçova şerekî cîhanî, têkoşî; Lewma cîhan divê niha alîakriya me bike``.

Wezîrê karên derve yê Iraqê got: ``DAIŞ êdî gefeka stratijîk li dijî hikûmeta Iraqê nîne``.

Wî ji civaka navneteweyî xwest ku ji bo avedankirina nû ya bajarê wêrannbûyî yên Iraqê wekî Mûsilê, alîkariya vî welatî bike; Alîkariya ku li dû şerê duyem ê cîhanê bo bajarên Almanê hat kirin.

Plana Marşal (Marshall Plan) ji bernameyên alîkariyê yên Amerîkayê bo Ewropaya Rojavayî bi taybet Almanê piştî şerê duyem ê cîhanî ra tê gotin ku armanca vê planê nûaavakirina Abora Ewropayê û rakirina berbendên ticarî û nûjenkirina pêşeya Ewropayê û geşepêdana li vê parezemînê bû.