5 hezar penaberên iraqî ji Sûrîyê zivirîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i276523-5_hezar_penaberên_iraqî_ji_sûrîyê_zivirîn
Wezareta koçberîya Iraqê ragihand ku 5 hezar penaxwazên iraqî ji kempekê li Sûrîyê bo başûra parêzgeha Nêynewayê li bakûra Iraqê hatin veguhestin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 30, 2017 13:36 Asia/Tehran
  • 5 hezar penaberên iraqî ji Sûrîyê zivirîn

Wezareta koçberîya Iraqê ragihand ku 5 hezar penaxwazên iraqî ji kempekê li Sûrîyê bo başûra parêzgeha Nêynewayê li bakûra Iraqê hatin veguhestin.

Li gorî rapora Fars News`ê, Xalid Evdilkerîm berpirsê wezareta koçberîya Iraqê li parêzgeha Nêynewayê ragihand: Ew penaxwazên iraqî di dawîya sala 2014`an de bi hegera êrişa DAIŞ`ê ji Mûsilê revîn û li kempa Al Holê li parêzgeha Hesekê li bakûra rojhilata Sûrîyê sitirîn ku niha hatine veguhestin û li kempên başûra Nêynewayê hatine bicihkirin.

Evdilkerîm herwiha got: Heta niha penaxwazên iraqî yên niştecihê vê kempa li Sûrîyê 5 doran ji rêka devera sînorî ya Om Zebyanê di bin çavdêrîya hêzên Heşdi Şeibîyê de zivirîne welatê xwe.

Li gorî nûçeyeke din, Hisamedîn Ebar endamê konseya parêzgeha Nêynewayê ragihand: Nêzîkî 1500 jin û zarokên têrorîstên DAIŞ`ê li girtîgeha Tilkêfê li bakûra şarê Mûsilê tên xweyîkirin ku pirranîya wan welatîyên bîyanî ne.